Li Kerkûkê êrîseke kirêt li gora hunermendê navdar ê Kurd hat kirin

Li Kerkûkê êrîseke kirêt li gora hunermendê navdar ê Kurd hat kirin

PeyamaKurd -  Hat ragihandin ku doh 28ê Adarê hejmarek kesên nenas êrîşî gora hunermendê mezin ê kurd Elî Merdan li goristana Şêx Mihyedîn a bajarê Kerkûkê kirin û nivîsên ser gora hunermendê mezin bi boyaxê reş kirin.

Nivîskar û rewşenbîrê bajarê Kerkûkê Tariq Karêzî ji medya Kurdistanê re got, “Elî Merdan hunermendê navdar ê kurd e û li goristana Şêx Mihyedîn a bajarê Kerkûkê hatiye veşartin û her kesek jî baş dizane Elî Merdan mamostayê maqam e, ne tenê li ser asta kurd û Kurdistanê, li ser asta Rojhilata Navîn maqamzan û maqamxwînê wek wî nebûn. Ew mamostayê birêz hemû temenê xwe xizmeta hunera kurdî kiriye û kesekî di asta pir bilind a hunerî de bûye û gelek berhem jî bo netewa xwe bicîh hiştine.”

Karêzî li ser êrîşê diyar kir: “Têkdana gora elî Merdan kiryareke kirêt û xirab e. Bê guman kesên ku ew kirine bi şev ew kar kirine û bi eşkerayî nikarin wî tiştî bikin.”

Tariq Karêzî da zanîn, “Elî Merdan semboleke gelek mezin e û ew kesên ku ew cure kiryarane dikin di rastiyê de bê lêkolîn zehmete mirov biryar bide ka ew kî ne ew kiryar kirine û armanca wan çiye’ lê tişta hatiye kirin gelek kirêt e û ez piştrastim rojek dê bê ewên ku ew kiryar kirine dê poşman bibin û ev kiryar Elî Merdan mezintir dike. Çawa rojek ji rojan hin xelk hebû êrîşî gora Dildar ê helbestvan kiribûn li bajarê Koye, lê wan pêgeha Dildar mezintir kirin, bi heman awayî têkdana gora Elî Merdan jî bi dîtina gelê xwe dê pêgeha wî bilindtir bike.”

Elî Merdan hunermendekî navdar ê kurd e û sala 1904ê li sînorê Kerkûkê ji dayik bûye û di jiyana xwe de gelek stran û maqam pêşkeşî neteweya kurd kirine. Merdan sala 1981ê de koça dawî kiriye û li goristana Şêx Mihyedîn a bajarê Kerkûkê hatiye veşartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin