PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşemê pêşwazî li balyozê Yûnanê (Yûnanistanê) li Iraqê, Yonîdos Kontovonîsiyos kir.
Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di hevdîtinê de behsa pêwendiyên Herêma Kurdistan-Iraq û Yûnanê hat kirin.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Hewlêr dixwaze pêwendiyên xwe bi Atînayê re pêşdetir bixe û spasiya konsûlxaneya Yûnanê li Hewlêrê jî kir di pêşdebirina pêwendiyên her du welatan de.
Serokê Herêma Kurdistanê atmosfera baş ya navbera Hewlêr û Bexdayê, wek zemînek baş bo berhemhênerên biyanî li Kurdistan û Iraqê nirxand û rgot, Herêma Kurdistanê amade ye hêsankariyan bike bo ku şîrket û karsazên Yûnanî li Herêma Kurdistanê kar bikin.
Di civînê de behsa serdana Wezîrê Derve yê Yûnanê bo Herêma Kurdistanê û Iraqê hat kirin û girîngiya hebûna xeteke geşta asimanî di navbera Hewlêr û Atîna de herwiha diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê bo çareserkirina arîşeyan hat ziman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin