PeyamaKurd - Jûra Pizîşkan a Amedê di derbarê angaşta Prof. Dr. Cenap Ekîncî ya "Li ser xelkê Amedê amûreke Coronayê hatiye bikaranîn" de got, “Divê demildest lêpirsîna îdarî û dadwerî bê destpêkirin.”
Akademîsyen û Endamê Jûra Pizîşkan a Amedê Prof. Dr. Cenap Ekîncî ragihand ku di sala 2020î de li Amedê, di dema nexweşiya Coronayê de amûreke bi navê “Tîrêja Tirk” hatiye bikaranîn ku bêdestûr bûye û ji aliyê zanistî ve pişkînîna wê nehatiye kirin.
Cenap Ekîncî li ser hesabê xwe yê Xê bi sernavê “Kê xelkê Amedê weke kobay bi kar anî” rêze nivîsek belav kir.
Ekinci got, “Wezîrê Tenduristiyê yê wê demê Fahrettîn Koca li dijî bikaranîna wê amûrê bû ku ji aliyê zanistî ve nehatiye piştraskirin.”
“Haya Wezareta Tenduristiyê ji vê lêkolînê heye?”
Jûra Pizîşkan a Amedê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û got: “Endamê me Dr. Cenap Ekîncî angaştên gring ên di derbarê tendirustiya civakî, pîşeya bijîşkiyê, mafên nexweşan, lêkolînên zanistî, rewişta bijîşkî û deontolojiyê de anîn ziman.
Dema ku hate bikaranîn jî em bi rêxistinên pîşeyî yên sektora tenduristiyê re li dijî wê derketin û em wekî Jûra Pizîşkan a Amedê em van angaştan gring dibînin û daxwaz dikin berpirs bersiva van pirsan bidin:
1 - Haya Wezareta Tenduristiyê ji vê lêkolînê heye?
2 - Dîsa haya Desteya Zanistî ya Covidê ji vê lêkolînê heye?
3 - Ji bo sepandina vê tedawiyê destûreke yasayî hatiye wergirtin? Eger hebe, ji kîjan saziyê hatiye wergirtin?
4 - Frokeya ku di daxuyaniyê de hatiye behskirin a kê ye?
5 - Rola kompaniyên ku bi peymana SGKê kelûpelên bikîşkî difroşin çi ye?
6 - Ji bo vê ceribandinê çima Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Amedê hate hilbijartin?
7 - Berpirsên ku çavê xwe ji ceribandinê re girtin, paşê kîjan post/kursî wergirtin?
8 - Piştî rawestandina dermankirinê çend nexweş bi vê amûrê hatin dermankirin? Rewşa klînîkî ya van nexweşan çawa bû?
Ev pirsên ku dikarin bên zêdekirin, divê di zûtirîn dem de ji aliyê berpirsên pêwendîdar ve bên bersivandin û raya giştî bê agahdarkirin.
Ji ber ku ev îdia di heman demê de giliyê tawanê ye, divê demildest lêpirsînên dadî û îdarî bên destpêkirin.
Lêkolîna me ya kûr a li ser mijarê dê berdewam be. Em ji raya giştî re radigihînin ku em dê mijarê bişopînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin