PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Hesen Rûahnî bi mebesta beşarîya di civîna sêalî ya serokên Îran, Rûsya û Tirkiyê wê dibe roja yekşemê 15ê Îlonê serdana paytextê Tirkiyê Enqerê bike.

Ligorî rapora navenda ragihandinê ya dezgeha serokomariya Îranê, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser vexwendina fermî ya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo beşdarî û axaftina pêncemîn dewra civîna sêalî ya Tehran, Moskow û Enqerê derbarê çareserkirina pirsa Sûrîyê ku wê roja duşemê were encamdan biçe Enqerê.
Biryar e Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokkomarê Îranê Hesenê Rûhanî qeyrana navxwe ya Sûriyê, pirsa Îdlîbê gotûbêj bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin