Sîrketa Alman ji bo tamîra tankên Ûkraynayê li Romanya navenda tamîrê danî

Sîrketa Alman ji bo tamîra tankên Ûkraynayê li Romanya navenda tamîrê danî

PeyamaKurd – Şîrketa Alman ya bi navê Rheinmetall ji bo Ûkraynayê li hemberê êrîşên Rûsyayê xwe biparêze, ji bop tank, obus û alavên leşkerî yên ku dewletên Rojava dane Ûkraynayê, ji bo tamîra wan alavan û nêrîna wan alavan navendekî li Romanyayê ava kir. Berdevkê şîrketê ji bo medya Almanya ragihand ku navend li bajarê Satu Mare hatiye avakirin ku nêzî sînorê Romanya-Ûkraynaye. Wê di nav vê mehê de dest bi xebatên xwe bike.

Navenda tamîrê wê ji bo dewama desteka welatên Rohava yên ji bo Ûkraynayê, di operasyonan de, ji bo desteka lojîstîk dê roleka wê ya baş hebe. Di navendê de wê tankên Leopar 2, tankên şer yên Îngîltere yên Challenger, obusên qûndaxên wan bi motor, çekên şer yên piyadan, alavên zirxî yên neqliyê û kamyonên leşkerî hene.

Tê plankirin ku di pêşde li heman navendê tamîra alavên NATO jî bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin