PeyamaKurd- Fermandarê giştî yê hêzên deryayî yê Îranê Alî Riza Tengsîrî ragihand ku ew koalîsyona Amerîkayê ya ku dixwaze li Kendavê ava bike, eger Îsraîl di nav de cîh bigre û here herêmê, dibe ku bibe sedema şer. Tengsîrî weha got:
“Hatina rejîma siyonîst ya Îsraîlê bo Kendava Besrayê li dijî qanûne. Dibe ku bibe sedema şer û pevçûnan. Ji vê jî Amerîka û Brîtanya berpirse. Amerîkayî nêzî ava Îranê êrîş kirin ser tankêrên petrolê û sûc avêtin ser Îranê. Niha jî Amerîka û Brîtanya li herêmê hevkariyeka li dijî qanûn datînin û senaryoyên xwe dimeşînin.”
Tengsîrî di dewama axaftina xwe de got ku her çendîn Amerîka û Brîtanya parastina xwe bikin jî hêza Îranê heye ku dest deyne ser keştiyan û weha dewam kir:
“Îran berê jî di herêmê de leşkerên Amerîka û Brîtanyayê binçav kir. Ew parastvanên ku keştiyan diparastin, eger karibûna dê xwe biparastina.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin