PeyamaKurd - Encumena Bilind ya Fetwayê li Herêma Kurdistanê nirxa serfitre, fîdye û zekata îsal destnîşan kir.
Encumena Bilind ya Fetwayê ya bi ser Yekîtiya Zanayên Ayîna Îslamî ya Kurdistanê ve, ji bo îsal 2021ê nirxê serfitre, fîdye û zekatê destnîşan kir.
Li gorî fetwaya hatiye dayîn; her kesê ku 7 milyon dînar perê wan hebe, divê zekatê bidin û zekata wê jî %2.5 e.
Herwiha ji bo fitreya îsal jî 3 hezar dînar û fîdye jî 3 hezar dînar hatiye diyarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin