PeyamaKurd – Serokomarê Ûkraynayê Volodimir Zelensky piştî biryara Polonya ya radestkirina Amerîkayê ya hemû balafirên xwe yên heyama Sovyetê bang li her du welatan kir ku ji bo piştgiriya leşkerî li ser şandina wan balafiran bo Ûkraynayê zû biryarê bidin, çimkî li Ûkrayna xelk di êrîşên Rûsî de dimire.
Zelensky bang li Polonya û Amerîkayê kir, bilez biryara şandina balafirên şer bidin û got: “Binêrin niha şerekî me heye! Ji bo vê dema me nîne. Jiyana mirovan di xeterê de ye. Em car din dibêjin: Zû çareser bikin. Berpirsiyariya xwe navêjin ser aliyekî din.”
Zelensky herwiha bang li hêzên Rûsî jî kir ku dev ji şer berdin û got: "Di şerê du hefteyan de berxwedana me nîşan da ku em teslîm nabin. Heta em hemû erda xwe bistînin û tola hemû mirovên xwe yên hatine kuştin bistînin em ê şer bikin. Ji bo wan zarokên hatine kuştin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin