Taywan bo firotina sîlihan sipasiya Amerîkayê kir

Taywan bo firotina sîlihan sipasiya Amerîkayê kir

PeyamaKurd – Rêvebiriya Taywanê bi sedema Amerîka firotina sîlihan bo Taywanê qebûl kiriye sipasiya Amerîkayê kir. Miqdarê sîlihan bi pere dike 750 mîlyon dolar. Li gor ragihandina rojnama Focus Taiwanê; berdevkê hukumeta Taywanê Xavier Chang, pêngavên hukumeta Amerîkayê bilind nirxandiye ku Amerîka li gor bo bicîhanîna ‘Şeş Temînan’ ku li ser bingeha destûra Taywanê meşiyaye.

Chang, ragihand ku ev firotina sîlihan ya yekeme ku piştî Biden hatiye ser rêvebiriyê. Sîlih di afirandina şiyanên parastina netewî de, di nûjenkirina kapasîta şer de dê fêde bîne. Hem bo Buhira Taywanê aştî û îstîqrarê biparêze û şiyanan bipêş bixe.

Li gor peymana firotina sîlihan ku Joe Biden tesdîq kiriye; Amerîka bi bihayê 750 mîlyon dolarî 40 heb qûndaxên M109 yên Obusên bi motor û 1700 kîtên hesas yên bi kontrol bifroşe Taywanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin