Barzanî: “Helbestvan Dilzar bo wêje û çanda Kurdî gelek xizmetê kir”

Barzanî: “Helbestvan Dilzar bo wêje û çanda Kurdî gelek xizmetê kir”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema wefata hozanvanê Kurd Ahmed Dilzar ku ji ber koronayê li payîtext Hewlêrê tedawiya xwe dida kirin, peyamekî sersaxiyê belav kir. Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Min xebera wefata helbestvanê şoreşger, mamoste Ahmed Dilzar bi xemgînî bihîst. Helbestvan Ahmed Dilzar bo çand û wêjeya Kurdî gelek xizmetê kir.

Bi malbata wî ya şoreşger sersaxiyê dixwazim. Hevparê xema wan im. Xwedê wî bi buhişta xwe şad bike û sebrê bide mirov û malbata wî.”

Helbestvanê Kurd Ahmed Dilzar li Hewlêrê ji ber koronayê li nexweşxanê tedawiya xwe dikir û di 101 saliya xwe de koça dawî kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin