Birayê Floyd bang li xwepêsanderan kir: Bizanin bê hûn dengê xwe didin kê!

Birayê Floyd bang li xwepêsanderan kir: Bizanin bê hûn dengê xwe didin kê!

PeyamaKurd – Birayê George Floyd ê çermereş ku hefteya borî li bajarê Minneapolisê ji aliyê polîsekî nijadperest ve hatibû kuştin, di merasîma cihê bûyerê de axivî.

Birayê Floyd, Terrence Floyd kulîlk danîn cihê kuştina birayarê xwe û axaftinek kir.

Floyd xem û fikarên xwe yên ji bo zêdebûna tundiya di xwepêşandanan de anî ziman û got, “Ez bi xemgînbûna we têdigihim, lê nebawerim hûn bi qasî nîvê min xemgîn in.”

Terrence Floyd banga arambûnê li xwepêşanderan kir û xwest bi rêyên din bertekên xwe nîşan bidin û got, “Xwe bipêş bixin û bizanin hûn dengê xwe didin kê.”

Hêjayî gotinê ye, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji hêzên ewlekariyê yên eyaletan dixwaze zêdetir tundîyê li dijî xwepêşanderan bikar bînin û wan desteser bikin ku ev jî li demeke amadekariyên bo hilbijartinên seroktiyê yên 2020an pêk tê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin