Asayisa Herêma Kurdistanê: Planên toreke terorîst hatin pûçkirin

Asayisa Herêma Kurdistanê: Planên toreke terorîst hatin pûçkirin

PeyamaKurd – Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, îtirafên komeke terorîst ên girêdayî DAIŞê, ku ji Ranyayê hatine Hewlêrê û dixwestin karên terorîstî encam bidin belav kir.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir; toreke terorîst hat desteserkirin û planên wan hatin pûçkirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Xelîfeyê koma terorê ya DAIŞê Hecî Ebdullah, ferman daye 'Haris, waliyê bakur / Kurdistan' û 'Ebû Welîd, emîrê ewlehiyê yê bakur' ji bo encamdana karên terorîstî, rasterast terorîstên şaneyê eşkere kirin û di operasyoneke serkeftî de temamê terorîstên şaneyê hatin desteserkirin.”

Herwiha hat eşkerekirin: “Di encama lêkolînê de derket holê ku terorîstan dixwestin bi rêya bombeya vedayî û demançeyên bêdeng, karên terorî encam bidin. Di destpêka meha 2 ya 2021ê de, du endamên komê, ewilî nekarîne rasterast derbasî Kurdistanê bibin, loma bi rêya qaçax ji Sûriyê derbasî Tirkiyê bûne, ji wir çûne Îranê û ji wê derê jî derbasî navçeya Ranyayê bûne û gihiştine Hewlêrê.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Terorîstên ku hatin desteserkirin; Yasir Elî Ehmed Niwîran ku navê Ebû Emar tê nasîn, Macid Hesen Salih yê bi nasnavê Elî, Hesen Elî Inîzan yê bi nasnavê Siûd û Fîras Hesen Hemûdî Husên û Muxelîd Îbrahîm Mihemed Şafî El Firacî ne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin