PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 14 serokên şaredariyên li nav sînorê parêzgeha Duhokê têne guhertin ku ev qonaxa yekem e û guhertinên din jî wê bên kirin.
Hat ragihandin ku îro Duşemê Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter bi rêveberiyên şaredariyên parêzgeha Duhokê re civiya û biryar hat dayîn ku 14 serokên şaredariyên li sînorê parêzgeha Duhokê werin guhertin.
Herwiha li gor zanyariyan ev guhertina hatiye kirin qonaxa yekem e û piştî demekê li şaredariyên parêzgehê dê guhertinên din jî werin kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin