PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku berpirsekî firotina nefê yê DAIŞê ji aliyê hêzên wan ve hatiye kuştin.
Di daxuyaniya HSDê de hat ragihandin, hêzeka wan a taybet di encama hevkariyeke ligel hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê operasyoneka hevbeş pêk anîne û terorîst (Sabit Subhî Fehid Ehmed) ê berpirsê firotina neftê yê DAIŞê li Dêrazorê hatiye kuştin.
HSDê da zanîn ku hêzên wan hewl dane wî terorîstî desteser bikin lê belê nexwestiye xwe bide dest û ji ber wê yekê ew neçar mane wî terorîstî bikujin.
Ligor daxuyaniya HSDê ew terorîst yek ji berpirsê darayî yê rêxistina DAIŞê bûye û di heman demê de berpirsê sereke yê wê rêxistinê yê firotina nefte bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin