Bo Hasip Kaplan biryara lêgerîna bi bultena sor hat dayîn

Bo Hasip Kaplan biryara lêgerîna bi bultena sor hat dayîn

PeyamaKurd- Di dema ku Hasip Kaplan li parelemnetoya Tirkiyê bû, di wê rojê de li ser mijara sergirtina jinan de diaxifî, li navçeya Cizîrê weka li wê derê peyam dabe çapemeniyê, an tevlî civîna çapemeniya li Cizîrê bû be, bo Kaplan biryara lêgerîna bi bultena sor hat dayîn. Kaplan niha li derveyê welate û ragihand ku ev biryar bi zanîn hatiye dayîn. Hasip Kaplan li Cizîrê bi sedema ku “endamê rêxistinê” ye û “propagandeya rêxistinê” kiriye, bi bultena sor lê digerin.

Roja ku dadgeha Cizîrê behsa wê dike, Kaplan dibêje ku wê rojê an ku di 6 ê sibata 2008an de li meclisê parlementer bû, li ser navê DTP ê diaxifî. Kaplan dibêje dadgeha Cizîrê dizane ku ew li derveyê welate lewra biryareka weha daye. Kaplan weha dibêje:

“Dema doz hat vekirin ez li Îstenbolê di rêya serdozgeriyê de îfade dam. Min got ku di wê tarîxê de li meclisa Tirkiyê bûm û min axaftinê dikir. Parêzerên min jî di dagehê re gotin û daxwaza îstînabeyê kirin. Heyeta dadgehê tevî adresa min dizane, biryara bultena sor derxistiye.”

Kaplan got ku wê dev vê dozê bernede û mafên xwe yên hûqûqî tev bikarbîne. Kaplan hem ragihand ku dewletê dest daniye ser pasaporta jina wî û pasaporta wî jî betal kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin