Hêzeke Erebîstana Siûdî ya ber bi Sûriyê ve bi rê ketibû gihîst Hesekê

Hêzeke Erebîstana Siûdî ya ber bi Sûriyê ve bi rê ketibû gihîst Hesekê

PeyamaKurd – Serbazên Erebîstana Siûdî yên ku ber bi Sûriyê ve bi rê ketibûn, gihîştin Binkeya Şedadî ya li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê û dixwazin li wir bi cîh bibin.

Li gor çavkaniyên xwecihî diyar dikin, nêzîkî 20 serbazên Erebîstana Siûdî ji Binkeya Tacî ya Iraqê ber bi Sûriyê bi rê ketibûn, da ku li Serbazgeha Şedadî bi cih bibin.

Hat ragihandin, hêza Siûdî hemahengî ligel eşîrên Ereb kiriye û ev ne cara ewil e ku serbazên Erebîstana Siûdî bi vê rêyê digihîjin Sûriyê, berî niha jî bi hemahengiya eşîran, hêzeke din a Siûdî gihîştibû Sûriyê.

Herwiha li gor kanala El Alem a Îranî û Meyadîn ragihandiye, hêza Erebîstana Siûdî, ligel karwaneke artêşa Amerîkayê berê xwe daye Hesekê.

Li sînorê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, artêşa Amerîkayê weke binkeya xwe ya sereke Serbazgeha Şedadî vekiriye û ev binke dikeve başûrê rojhilatê bajarê Şedadî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin