PeyamaKurd – Netweyên Yekgirtî ragihand ku ew ji hevdîtinên li Yemenê û nûhkirina agribesa wê derê razîne. Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric got ku girînge hemû teref tevlî dirêjkirina agirbesê bibin û gengeşeyê kêmtir bikin. Hevdîtinên ji bo agirbesê û lêgerîna çareya siyasî bi civînên ku li Sanayê çêdibin, NY memnûn kirine.
Berdevk Stephane Dujarric mijarê di civîna çapemeniyê ya rojane de ragihand û got ev pêngavekiye û destekê didin vê pêngavê. Dibe ev pêngav bibe alîkar ji bo nûnerê taybet yê NY yê Yemenê ji bo Hans Grundberg ku karibin agirbesê dewam bikin û dermanekî siyasî bibînin.
Dujarric ragihand ku wê pêvajoyê ji nêz de bişopînin û xwest ku teref temamê biryarên NY bicîh bînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin