PeyamaKurd – Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku Merakêş 150 dronan ji Îsraîlê dikire.
Li gor çapemeniya Îsraîlê da zanîn, di navbera hikûmeta Îsraîl û Merakêşê de rêkeftineke girîng a ewlekariyê hatiye îmzekirin.
Herwiha çapemeniya Îsraîlê destnîşan kiriye ku, li gor rêkeftina îmzekirî wê Merakêş 150 dronan ji Îsraîlê bikire.
Herî dawî hatiye diyar kirin, ev rêkeftina han ya ku bi bihayê bi dehan milyonan hatiye îmzekirin, di sala 2021an de di navbera her du aliyan de hatiye amadekirin û Merakêş dixwaze bi rêya vê rêkeftinê sîstema berevaniya xwe bihêztir bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin