Papa Francis: Rewsa wî welatî, ne bas e

Papa Francis: Rewsa wî welatî, ne bas e

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Vatîkanê û Rêberê Rûhanî yê Katolîkan Papa Francis, banga rawestandina tundûtûjiya li Sudanê kir û ji bo gelê Sudanê, daxwaza duayan kir.

Papa Francis, banga xwe ya duakirina ji bo gelê Sudanê dubare kir û diyar kir ku divê tundûtûjî li Sudanê bi dawî bibe û got,

"Mixabin, rewşa Sudanê her ku diçe xirabtir dibe. Ji ber vê yekê ez careke din banga rawestandina tundûtûjiyê û destpêkirina diyalogê dikim. Ez bang li her kesî dikim ku ji bo xwişk û birayên me yên Sudanî dua bikin."

Beriya heftiyekê, Papa Francis nîgeraniyên xwe yên di derbarê rewşa Sudanê de hanî zimên û nêzîkbûna xwe ji gelê Sudanê re ragihand û daxwaza duayan kir ku "diyalog bi ser bikeve da ku vegera li ser rêya aştî û lihevkirinê çêbibe."

15ê Nîsanê, di saetên sibehê de li paytexta Sudanê Xartûm û bajarên din, di navbera artêş û rêxistina sivîl a paramîlîter de pevçûnên çekdarî derketin û digel ku ji bo Cejina Remezanê agirbesteke 72 saetan hatibû ragihandin jî îro hat diyarkirin ku agirbest hatiye binpêkirin û car din pevçûn dijwar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin