Omîd Xosnav, ligel Parêzgarê Tennesseeyê civiya

Omîd Xosnav, ligel Parêzgarê Tennesseeyê civiya

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya  Hewlêrê ve hat dayîn, hat ragihandin ku Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xosnav, li Amerîkayê bi Parêzgarê Tennesseeyê Bill Lee re civiya.

Hat diyarkirin ku Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xosnav ku li Amerîkayê ye, ligel parêzgarê eyaleta Tennesseeyê Bill Lee û nûnera Amerîkayê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Trifa Ezîz civiya.

Hat diyarkirin Parêzgarê Tennessee spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Parêzgarê Hewlêrê kir û kêfxweşiya xwe li hember vexwandina fermî nîşan da. 

Her wiha hat zanîn ku Lee tekez kir ku ew ê di demeke nêzîk de serdana Hewlêrê bike.

Hat diyarkirin ku di beşeke din a vê hevdîtinê de tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê hat kirin û pêşhatên dawî yên li Iraq û navçeyê bi giştî hatin nirxandin.

Li gorî hat zanîn, Parêzgarê Hewlêrê amaje bi piştevaniya Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê û demokrasiya Herêma Kurdistanê kir û spasiya Amerîkayê jî kir ku di şerê li dijî IŞÎDê de piştevaniya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dike.

Hat ragihandin ku Xosnav diyar kir ku ji bo aramiya herêmê divê piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê berdewam be.

Ji ber ku nifûseke mezin a Kurdan, li Nashvilleyê ya paytexta eyaleta Tennessee dijîn, ew herêm bi navê Kurdistana Piçûk tê naskirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin