Peyama Kurd – Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ)ê ragihand ku di pêvajoya şerê Xezzeyê ku piştî êrîşa Hamasê ya di 7ê cotmehê de li dijî Îsraîlê destpê kir de herî kêm 64 rojnameger hatine kuştin.
CPJ’ê diyar kir ku heta 15’ê Kanûna 2023’an 57 rojnamegerên Filistînî, 4 ên Îsraîlî û 3 jî yê Lubnanî, bi giştî 64 rojnameger hatine kuştin.
Li gor agahiyên CPJê, hejmara rojnamegerên ku di heman heyamê de birîndar bûne jî 13 ye.
Di daxuyanîya CPJê de her wiha hate ragihandin ku 19 rojnameger hatine binçavkirin û 3 ji wan winda ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin