Îsraîl ji Xan Yûnisê vekisiya

Îsraîl ji Xan Yûnisê vekisiya

PeyamaKurd - Medyaya Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê li bajarê Xan Yûnisa başûrê Xêza Xezzeyê operasyonên bejayî bi dawî kiriye û Firqeya 98an a artêşê ji wê herêmê hatiye vekişandin.

Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Cîhana Erebî (AWP) 162. Firqe û Tugaya Nahalê li ser rêya korîdora mirovî ya ku Xêza Xezzeyê dike du par mane.

Derbarê mijarê de, Berdevkê Artêşa Îsraîlê îro di daxuyaniyekê ragihand, artêşê ji bilî yek tabûrekê hemû hêzên bejayî ji başûrê Xêza Xezzeyê vekişandine. Artêşa Îsraîlî heta niha hûrgiliyên zêdetir nedaye.

Di daxuyaniya Artêşa Îsraîlê de hat gotin, "Îro, Firqeya Komando ya 98an a artêşa Îsraîlê hebûna xwe ya li Xan Yûnisê temam kir û ji bo bêhnvedanê û amadekariya operasyonên siberojê yên Xezzeyê derket."

Ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînê WAFA ragihand ku danê sibehê ji ber hêrişên hewayî û topbarana Îsraîlê yên li ser Xan Yûnis û Refahê yên li başûrê Zîvala Gazayê gelek kes mirin û birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku hêrişên li Xan Yunusê, herêmên ez-Zîne û Benî Suheyla ya li rojhilatê bajêr bûne şêla hêrişan û di encamê de gelek kesan can daye û gellek kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin