Girtiya siyasî ya Kurd lêvên xwe dirût û greva birçîbûnê da destpêkirin

Girtiya siyasî ya Kurd lêvên xwe dirût û greva birçîbûnê da destpêkirin

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê girtiya siyasî ya Kurd Suheyla Mihemedî, di girtîgeha Urmiyê de ji ber rewşa xirab a girtîgehê lêvên xwe dirût û greva birçîbûnê da destpêkirin.

Suheyla Mihemedî ji bajarê Selmasê ye û tevî ku 3 sal ji cezayê 5 salan ê li ser hatiye sepandin kişandiye jî ti mafekî wê yê nehatiye dayîn û di şert û mercên dijwar ên girtîgehê de dimîne.

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihandiye ku girtiya siyasî ya Kurd li girtîgha Urmiyê, ji bo nerazîbûna xwe ji rewşa giran a girtîgehê re nîşan bide lêvên xwe dirûtine û ketiye greva birçîbûnê.

Suheyla Mihemedî ya bi tohmeta endamtiya partiyeke Kurdî hatiye girtin, dayika zarokekê ye û bi sedema guvaşa hêzên Îranê bêparhiştina azadiya demkî û lêbexşîna giştî, beriya niha xwe kêr kiribû û hewla xwekuştinê dabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin