PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Balyozxaneya Hollanda li Iraqê bi serokatiya Balyoz Matthias Wolters kir û li ser mijarên danûstandinên dualî guftûgo kirin.
Di hevdîtinê de Balyozê Hollandayê li Iraqê pîrozbahî li serokwezîr û kabîneya nû kir û got, "Hikûmeta Hollandayê piştevaniyê li kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û wek beşek ji hêza Hevpeymaniya Navdewletî di rahênankirina hêza Pêşmerge de berdewam dibe."
Balyozê Holendî di civînê de diyar kir ku welatê wan ji bo alîkariya veberhênana warê çandiniyê li herêma Kurdistanê amade ye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasî li Balyozê Hollandayê kir ji bo piştevaniya li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wiha axivî:
“Em çaverêyî dostên xwe ne ku piştevaniya hikûmetê bikin ji bo cibicîkirina karnameya hikûmetê û bi taybet di geşepêdana aborî û berfirehkirina jêderên dahatan, ku tenê piştê bi take jêderan girê nedin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin