Dijeterora Kurdistanê: Di teqîna Silêmaniyê de 2 kesên nêzî PKKê bi giranî birîndar bûn

Dijeterora Kurdistanê: Di teqîna Silêmaniyê de 2 kesên nêzî PKKê bi giranî birîndar bûn

PeyamaKurd - Dijeterora Kurdistanê li ser teqîna otomobîlekê li Silêmaniyê ku îro 2yê Tîrmehê rû dabû daxuyanî da.

Dijterora Kurdistanê ragihand, di encama teqîna bomebeyekê bi otomobîlekê de li Silêmaniyê, 2 endamên Tevgera Azadî ya bi ser PKKê ve bi giranî birîndar bûne.

Hate diyarkirin, bombeyeke vedayî bi otomobîleke Kia Sportage de li taxa Rapêrîn a bajarê Silêmaniyê teqiyaye û di encama teqînê de 2 endamên Tevgera Azadî ya girêdayî PKKê (Mihemed Xelîl û Mihemed Îbrahîm) bi giranî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin