PeyamaKurd- Koordînatorê Weqfia Alîkariya Barzanî ya Tirkiyeyê Wehîd Atrûşî, nîqaşên ku ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve ji bo welatên alîkariya erdhejê kirine, di vîdeoya spasiyê de cih nedane alîkariya Herêma Kurdistanê nirxand.
Wehîd Atrûşî da zanîn ku wan li ser erda vala ya li ser Rêya 3yemîn a taxa Kayalikê ku di qonaxa yekem de ji aliyê tîmên AFAD û parêzgariyê ve hatibû nîşankirin, dest bi danîna 500 konan kirin û got ku heger hewcedarî hebe, ew dikarin 500 konên din jî zêde bikin.
Atrûşî da zanîn ku ligel ku bi konên bên vedan re pêwîstiya stargehê bê bicihanîn, ew ê ji bo hewcedariyên wekî tuwalet û serşokan û her wiha li ser dayîna şorbeyê jî dê bixebitin û diyar kir ku ew li Mereş, Dîlok, Diyarbekir û Rihayê xebatên xwe berdewam dikin.
Koordînator Atrûşî diyar kir ku wan 2 hezar û 200 kon dane AFADê û Barzanî bi parêzgar û Wezîrê Karên Derve Mevlud Çavuşoglû re hevdîtin pêk haniye û gotiye, hûn çi ji me dixwazin ji me re bibêjin, em amade ne ku hemûyan temîn bikin.
Atrûşî li ser vîdeoya Mevlud Çavuşoglu yê ku ji derve hatiye Tirkiyeyê axivî ku spasiya tîmên biyanî yên beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûne belav kir lê belê navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê negot jî axivî û got,
"Em ji bo alîkariyên mirovî bikin hatine vê derê, ne ku hatine siyasetê bikin. Tirk, Kurd, Ereb tu ferq nake. Em bi spaskirin an nekirina Çavuşoglu eleqedar nabin. Çi ji destên me tê, em dikin û em ê bikin jî. Em nehatine vê derê ku kes spasiya me bikin. Jin û zarok bê mal man. Em dema bi rê ketin, me got divê em tiştekî bikin. Jê wêdetir ji bo me ne girîng e.”
Atrûşî diyar kir ku ew tîma pêşîn in ku ji derve hatine Tirkiyeyê û got, "Em beriya hemû dewletan ji bo alîkariya birayên xwe bikin hatin vê derê. Tirk, Kurd û ereb hemû birayên me ne. Heta ku dewleta Tirk nebêje êdî hewcedarî nema, her tişt baş e, hûn dikarin biçin, em ê li vê derê bin.”
Wehîd Atrûşî ragihand ku ew bi bi parêzgarî û AFADê re di nav koordînasyonê de ne û da zanîn ku ji aliyê gel ve nêzîkahiyên erênî yên ji bo wan gelek zêde ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin