PeyamaKurd - Piştî şer û pevçûnên li herêma Amhera ya Etiyopyayê yê di navbera artêş û komên çekdar de, rewşa awarte hate ragihandin.
Li gorî zanyariyan hikumeta federal a Etiyopyayê ji ber şerê di navbera artêşê û çekdarên herêmî de, rewşa awarte ragihandiye. Ev biryar piştî êrîşa çekdarên ′Fanu′ û hêzên Etiyopyayê de hatiye dayîn ku ew êrîş bûye sedema krîzeke mezin a ewlehiyê li Etiyopyayê.
Ofîsa Serokwezîrê Etiyopyayê Ebî Ehmed bi daxuyaniyekê rewşa awarte ragihand lê eşkere nekir ka rewşa awarte tenê li Amherayê yan li tevahiya welat hatiye ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin