Li Ewropayê hilbijartinên PEyê didome

Li Ewropayê hilbijartinên PEyê didome

PeyamaKurd – Pêvajoya hilbijartinê ya 4 rojan a PEyê ku duh li Hollandayê dest pê kir, îro jî li Îrlanda û Komara Çekê didome.

Di roja duyemîn a hilbijartinên Parlamena Ewropayê de li Îrlanda û Çekyayê dengdan dest pê kirin.

Li gorî anketan, piştî hilbijartinên duh ên li Hollandayê, Hevpeymaniyê Çep û Kesk a bi pêşengiya Timmermans li pêş e.

Li Îrlandayê ku nêzîkî 3,6 mîlyon hilbijêr hene, bang hate kirin ku beşdarî hilbijartinê bibin.

Di dengdana ku îro danê sibehê dest pê kir û wê heta êvarê bidome de tê payîn ku encam danê êvarê bê eşkerekirin.

Li Îrlandaya ku di PEyê de xwediyê 14 kursiyan e, partiya opozisyonê Sinn Fein, dixwaze li Îrlandayê hêza xwe ya ji bo hilbijartinên sala bê jî zêde bike.

Li Çekyayê ANO li pêş e

Li Çekyayê îro danê sibê dengdayînê dest pê kir û wê sibê jî bidome. Komara Çekyayê, di PEyê de xwedî 21 kursiyan e.

Anketa hilbijartinê ya şîrketa lêkolînê ya raya giştî ya Çek STEM nîşan da ku partiya opozisyonê ANO ji sedî 23,1 li pêş e.

Hevpeymaniya Kesk û çep, li Hollandayê kêm li pêş e

Li Hollandayê ku nêzî 13 milyon hilbijêr lê hene, dengdanê duh danê sibê dest pê kir û duh bi şev temam bû. Lê belê encamên fermî yên mîsoger hin jî nehatine ragihandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin