Wezîrê Tendirustiyê: Divê rêkarên rûbirûbûna Koronayê bi gistî bêne tundkirin

Wezîrê Tendirustiyê: Divê rêkarên rûbirûbûna Koronayê bi gistî bêne tundkirin

PeyamaKurd – Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê, îro li ser daxwaza Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dicive.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir, ji heyama hefteyekê ye, hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê zêde dibe. Ji ber wê jî çend xalan derbarê rewşa niha pêşkêş dike, ji bo hin biryarên nû yên derbarê tundkirina rêkarên rûbirûbûna Koronayê bên dayîn.

Li gor Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî ji K24ê re da zanîn, îro Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê, li ser daxwaza me ji bo gotûbêjkirina çend xalan dicive.

Dr. Saman Berzincî destnîşan kir, hejmara pêketina bi Koronayê, di vê hefteyê de li hember meha borî 4 qatan zêde bûye û ev nifşê nû yê Koronayê bi awayekî bileztir belav dibe, ji ber wê Wezareta Tendirustiyê pêşniyaz dike, rêkarên rûbirûbûnê bi awayekî giştî û li dibistanan bi taybetî bêne tundkirin.

Wezîrê Tendirustiyê herwiha diyar kir, wan raporteke giştgîr pêşkêşî Komîteya Rûbirûbûna Koronayê kiriye û hemû rêkar diyar kirine û daxwaz kirine, rêkar bêne tundkirin, ji ber ku rewş ber bi qonaxeke metirsîdar ve diçe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin