Di paketa dorpêça nû ya Amerîka de 150 kes û dezge hene

Di paketa dorpêça nû ya Amerîka de 150 kes û dezge hene

PeyamaKurd – Wezareta karên derve û ya Xezînê ya Amerîkayê bi sedema têkiliya îşxala Ûkraynayê ya ji terefê Rûsya de zêdetirî 150 kes û dezgeyan xistin nav lîsta dorpêçan. Di daxwuyaniya wezareta karên derve ya Amerîka de hat gotin kesên ku dorpêçan bişkênin, alîkariya wan bikin, destekê bidin îşxala Ûkraynayê, kesên destekê bidini firehkirina hecma enerjiya Rûsyayê, yên destekê bidin îxracata Rûsyayê, wan xistine nav lîsta reş.

Di nav lîstê de gelek dezge hene ku çekên ji terefê Rûsya de li Ûkraynayê tên bikaranîn, veberhênana wan dikin, di nav wan de fuzeyên seyrê hene, fabrika hene ji Rûsyayê re çekan çêdikin û hem tamîr dikin. Di heman çarçovê de gelek olîgark hene ku her cûre destekê didin Rûsyayê. Wezîra xezînê ya Amerîkayê Janet L.Yellen mijarê weha ragihand:

“Bi lîsta dorpêça îro de, Amerîka zincîra amadekariya leşkerî ya Rûsyayê xistiye hedefa xwe. Rûsya pêdiviya wê bi ekipman, teknoloji û xizmetên din heye û ji bo em Rûsyayê ji van tiştan bêpar bihêlin, me dorpêçan danî û di babetê de xebata me dewam dike. Kesên di îşxala Ûkraynayê de fêda wan heye û gelek nêzî Kremlînê ne ji van kiryaran berpirsin û dê berpirs bên girtin. Tevgera me ya îro nîşan dide ji olîgarkên Putin re dê maliyeta wê giran be û kiryara me hêza me ya navdewletî an ku kureyî nîşan dide.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin