PeyamaKurd - Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierre ragihand, ew daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ya ku gotibû, “Lubnan dibe ku bibe Xezeyeke din” napejirînin.
Berdevka Koşka Spî, di civîna rojnamevanî de got, “Em nikarin û nabînin ku Lubnan bibe Xezeyeke din. Ya ku em dixwazin bibînin ne ev e.”
Jean-Pierre bal kişand ser girîngiya agirbestê û da xuyakirin, êş û xem li Xeze û Lubnanê zêde dibin û ji bo agirbesta li herêmê xebatên wan didomin.
Berdevka Koşka Spî diyar kir, Hizbullah di sala dawî de êrîşan li ser Îsraîlê pêk tîne û eger ev êrîş bên rawestandin dê pêşî li êrîşên niha yên Îsraîlê bê girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin