PeyamaKurd – Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener talîmat da rêvebiriya partiyê û wekîlên nû hilbijartî ku ji bo hilbijartina namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Milletê Kiliçdaroglu dakevin qadan û bixebitin.
Akşener bi Lijneya Serokatiyê û xebatkarên xwe re bal kişand ser encamên hilbijartinê.
Hat diyarkirin ku di pêşbaziya Serokomariyê de hê her tişt bi dawî nebûye, gavên ku ji bo tûra duyemîn bên avêtin hatin nirxandin.
Hat destnîşankirin, di civînê de 8,8 milyon hilbijêrên ku neçûne ser sindoqan, dengên ku ji bo namzetê serokomariyê yê Tifaqa ATAyê Sînan Ogan hatine dayîn û dengên nederbasdar jî di nav de nêzî 14 milyon deng werin şopandin û tespîtkirin.
Di Dîwana Serokatiyê de ku hat diyarkirin îtiraz li derdora 3 hezar sindoqan hatiye kirin, ji ber ku di jimartina sindoqan de û ketina daneyan li ser encamên neyasayî hewl hatiye dayîn ku bandorê li encaman bike, hat diyarkirin ku Isparta yek ji wan cihên ku alozî lê heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin