PeyamaKurd – Ji bo hilbijartinên Seroktiyê yên Rûsyayê ku bi gelemperî wê 3 rojên din destpê bike, ji ber erdnîgariya freh û zor, li hin deveran dengdanê îro destpê kir.
Dengdana li herêmên Kamçatka û Çûkotkayê ku cihên herî gring in li gor demjimêra herêmî di 8:00ê sibehê de destpê kirin û wê heta 20:00ê êvarê bidome.
Di hilbijartinan de bi giştî wê li seranserê Rûsyayê zêdeyî 94 hezar sindoq bêne danîn.
Li Rûsyayê 112 milyon û 309 hezar û 947 hilbijêr, li nûnertiyên Rûsyayê yên li dervayê welêt milyon û 890 hezar û 863, li Kazakistan û Kosmodroma Baikonur a Rûsyayê jî 11 hezar û 924 hilbijêr deng bidin.
Hilbijartin hem li ser sindoqan hem jî ji dûr ve bi elektronîkî li ser înternetê têne kirin. Dengdana ji dûr ve li paytext Moskow jî di nav de bi giştî li 29 herêman bê kirin.
Ji bo hilbijartina serok li Kirima ku Rûsyayê di 2014an de dagir kiribû û ji Ûkraynayê standib û li herêmên Donetsk, Luhansk, Kherson û Zaporizhia yên ku di 2022an de dagir kiribû jî dengdan bêne kirin.
Di hilbijartina ku 4 namzed ji bo serokiyê hevrikî dikin de, Serokê niha Vladumur Putin bi piştgiriya Partiya Rûsya ya Yekbûyî bû namzetê serbixwe.
Serokê Partiya Lîberal Demokrat Leonid Slutskiy wek namzedê partiya xwe, Nikolay Kharitonov wek namzedê Partiya Komunîst û Vladislav Davankov jî wek namzedê Partiya Gel a Nû beşdarî hilbijartinan bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin