PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, aliyên şer ên li Sudanê, cara ewil li Erebîstana Siûdî civiyan.
Hat diyarkirin ku hevdîtinên ewil ên li Sudanê, di navbera nûnerên Serfermandarê Artêşê Orgeneral Abdulfetah el-Burhan û Fermandarê Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) Muhammed Hamdan Dagalo de li Ceddaya Erebîstana Siûdî dest pê kir.
Di daxuyaniya hevpar a Erebîstana Siûdî û Amerîkayê da wiha hat gotin: “Keyîtiya Erebîstana Siûdî û Amerîkayê pêşwazî li destpêkirina hevdîtinên destpêkê yên nûnerên Hêzên Çekdar ên Sudanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên li Ceddayê di 6ê Gulanê de dikin.”
Her wiha hat zanîn ku ji aliyan hat xwest ku bi awayekî çalak beşdarî dan û stendinên ji bo agirbest û bidawîkirina pevçûnên li gorî berjewendiyên gelê Sûdanê bibin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Keyîtiya Erebîstana Siûdî û Amerîkayê, ji bo pêvajoyeke berfireh a muzakereyê ya ku tê de beşdarbûna hemû aliyên Sudanê cih digirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin