PeyamaKurd - Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê amarên nû yên hilbijartina 10ê Cotmehê ku proseya hejmartina dengan dewam dike, belav kirin. Li gorî encamên nû PDK: 33 kursî, YNK: 17 kursî, Newey Nwê (Nifşê Nû): 9 kursî, Yekgirtû: 3 kursî û Komel: 1 kursî bi dest xistine.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand, %5 dengên tevahiya navendên dengdanê li Bexdayê bi destan dijmêre, ev jî wek rêkareke hilbijartinê û dûvçûna giliyan e.
Li gorî amarên dawî hejmara kursiyên aliyên Kurdistanê wiha ne:
Hewlêr:
PDK: 11 kursî
Nifşê Nû: 3 kursî
Hevpeymanî Kurdistanî (YNK û Gorran): 1
Duhok:
PDK: 9 kursî
Hevpeymaniya Kurdistanî: 1 kursî
Yekgirtû: 1 kursî
Silêmaniyê:
Hevpeymaniya Kurdistanî: 7 kursî
Nifşê Nû: 5 kursî
PDK: 2 kursî
Komela Dadgerî: 1 kursî
Kerkûk:
PDK: 2 kursî
Hevpeymaniya Kurdistanî: 3 kursî
Nifşê Nû: 1 kursî
Neynewa (Mûsil):
PDK: 9 kursî
Hevpeymaniya Kurdistanî: 2 kursî
Xaneqîn:
Hevpeymaniya Kurdistanî: 1 kursî
Xurmatû:
Hevpeymaniya Niştimanî: 1 kursî
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku ev amarên dengdana giştî ne û hîn kar li ser giliyan dikin û wê piştî 20 rojên din encamên fermî yên dawî bêne ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin