PeyamaKurd – Kompaniya Moderna ya dermanan li Amerîkayê ku xebatên bo pêşxistina derziya koronayê gihandiye qonaxa dawî, derbarê bihayê derziyê de daxuyanî da.
Moderna ceribandinên ser heywanan bidawî kiriye û di ceribandinên ser mirovan de jî heta qonaxa dawiyê hatiye.
Li gorî rojnameya Brîtanî Financial Times (FT) Modernayê, heger di qonaxa dawî ya ceribandina ser 30 hezar mirovan de bi ser bikeve, ji bo cotek derziya koronayê 50-60 dolar diyar kiriye.
Heman çavkaniyên Modernayê ji FTyê re diyar kirine ku bihayê derziya bi navê mRNA-1273 tenê ji bo welatên xwedî dahata zêde yên wekî Amerîka û welatên din ê pêşketî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin