PeyamaKurd – Li Diyarbekirê xwendevanên ku di dersxaneyekî taybet de perwerdê didîtin, do êvarê siet li dora 18.30an de li navça Reza çûn parka bi navê Rihan. Di grûba xwendevanan de 5 kes hebûn û li parkê bi grûbekî ji 15-20 kesan rast hatin. Grûba qelebalix li gor ragihandinê maddeyên hişbir bikartanîn.
Di navbera her dû grûban de ewilî niqaş çêdibe û paşî kesekî ji yên maddeyên hişbir bikartîne, bi kêra nan êrîşê ser 5 kesan dike. Xwendevanekî bi kêrê ji qirika xwe birîndar bibe û li ciyê bûyerê dimre. Êrîşker bi kêrê êrîşê her 3 xwendevanên din dike û her 3 kesan birîndar dike.
Ji xwendevanên birîndar yekî dibin nexweşxana Gazi Yaşargil Gazi Yaşargil ya perwerdê û lêkolînê. Rewşa wî xweş nîne û birîndarekî dinê ku wî dibin nexweşxana zankoya Dicle beşa qelb û damarê, rewşa wî jî di xeterê de ye. Xwendevanê ku wefat kiriye cenazê wî birine navça Erxeniyê.
Hêzên asayîşê li ser bûyerê 5 kesan xistine binçav û sitendina îfadên wan dewam dike. Navên kesên di bûyerê de nehatin ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin