PeyamaKurd – Papayê cîhana xrîstiyanên katolîk ê Vatîkanê Papa Francis, bang li Îran û Amerîkayê kir, rageşiyê kêm bikin û dest bi diyalogê bikin.
Li gorî nûçeya Reutersê Papa Francis, li Vatîkanê li ser bilindbûna tansîyona li gelek herêmên dinyayê gotarek pêşkeş kir.
Papa Francis daxwaz ji aliyan kir ku bi sebir û metanet tevbigerin û ji dijminatiya hevdu dûr bisekinin ku şer tenê mirin û wêraniyê bixwe re tîne.
Piştî kuştina Qasim Silêmanî û serkirdeyên Heşda Şeibî li Bexdayê rageşiya navbera Îran-Amerîkayê de gihîştiye asta herî bilind û bangên tolhildanê têne kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin