PeyamaKurd- Ji ber baranên Musonê yên ku çend hefte ne bê navber dibarin, karesat mezintir dibe û ji ber vê yekê bi sed hezaran kes di bin bandorê de eciqîne. Li gorî daneyên fermî yên Pakîstanê, 1136 kesan canên xwe ji dest dane.
Li gorî ragihandina rayedarên Pakîstanê, lehiyên ku ji ber baranê çêdibin, bûne sedema mirina bi sedan kesan.
Hat eşkerekirin ku heta niha 1136 kesan canên xwe ji dest dane û ji 3yan 1ê wêlêt, di bin avê de maye. Her wiha hat diyarkirin ku di vê karesatê de nêzîkî 100 hezar kes jî bê mal mane.
Rayedaran ragihand ku li eyaletên Sindh û Belucistanê, dibistan hatine rawestandin û rayedarên hikûmetê daye zanîn ku di vê karesatê de nêzîkî 10 milyar dolar ziyanên madî çêbûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin