Ferhad Pîrbal bi tohmeta sotandina wesanxaneyeke li Hewlêrê hate destserkirin

Ferhad Pîrbal bi tohmeta sotandina wesanxaneyeke li Hewlêrê hate destserkirin

PeyamaKurd – Nivîskar Ferhad Pîrbal bi tohmeta sotandina weşanxaneyeke li Hewlêrê hat desteserkirin. Hat diyarkirin ku di şewata pirtûkxaneyê de 5 hezar pirtûk hatine şewitandin.

Ferhad Pîbal

Rêvebirê Giştî yê Polîsa Hewlêrê Ebdilxaliq Telhet re ragihand, ji ber şewitandina pirtûkxaneyekê Nivîskar Ferhad Pîrbal hatiye desteserkirin.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz re ragihand, Polîsa Hewlêrê li ser giliyê xwediyê pirtûkxaneyê, Ferhad Pîrbal desteser kir.

Pîrbal li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamak dabû. Pîrbalî di peyama xwe de gotibû, weşanxane her kitêba wî 15 hezar dînaran difroşe lê 7 hezar dînaran dide wî gotibû, Eger yasayeke têlîfê tine be, ez dê vê pirsê wiha çareser bikim:

 “Min ji weşaxaneyê pirtukên xwe xwestin. Wan ji min xwest ez serî li dozgeriyê bidim. Eger yasayekê têlîfê tine be, ez dê bi xwe çareser bikim. Bi vê tişta ez dikim min xwest peyamekê bidim parlementoyê da ku yasayekê derxin ku mafê nivîskar, rewşenbîr û hunermendan biparêze.”

Ji aliyê din ve weşanxaneyê jî amaje kir ku pirtûk bi destûra Pîrbal hatine çapkirin û got, demek berê wî xwest di derbarê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de pirtûkekê derxe ku tinazên xwe pê dike lê wan ev daxwaz bicî neaniye lewma Pîrbal weşanxane şewitandiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin