PeyamaKurd – Li Taxa Ezîziyê ya Heseke ya Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû û di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, do Yekşemê 26ê Hezîrana 2022an li Taxa Ezîziyê ya Heseke ya Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû û di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Hat zanîn ku navên welatiyên di teqînê de birîndar bûne Rexed Hisên Hesen ê 18 salî, Ednan Hisên Hesen ê 11 salî û Şîndar Selmo yê 25 salî ne.
Herwiha ajansên nêzikî Rêveberiya Xweser eşkere kirin ku birîndar rakirine nexweşxaneyê û heta niha sedema teqînê nehatiye eşkerekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin