Li Azerbaycanê erdhej çêbû

Li Azerbaycanê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Erdheja bi lerza 5,6 ku li Deryaya Xezerê pêk hat, li Bakuya paytexta Azerbaycanê jî hat hîskirin.

Li gor daxuyaniya Navenda Xizmeta Erdhejê ya Azerbaycanê, bi saeta herêmî di saet 08.16an de erdhejek ku navenda wê Deryaya Xezerê bû, pêk hat.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, erdheja bi lerza 5,6an 68 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Erdhej li paytext Bakuyê jî hat hîskirin.

Di daxuyanîya ji aliyê Wezareta Rewşa Awarte ya Azerbaycanê ve hat dayîn de hat diyarkirin, di erdhejê de tu zirar û ziyanên canî çênebûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin