Serokê berê yê dewletê ji bazirganiya tilyakê û qaçaxçîtiya çekan hat girtin

Serokê berê yê dewletê ji bazirganiya tilyakê û qaçaxçîtiya çekan hat girtin

PeyamaKurd - Serokê berê yê dewleta Hondurasê Juan Orlando Hernandez ku Amerîkayê ji ber tohmeta bazirganiya tilyakê daxwaza girtina wî kiribû, hat binçavkirin. 

Hat diyarkirin ku sedema sereke ya girtina Orlando Hernandez tohmeta madeyên hişbir e û ji ber madeyên tilyakê û bazirganiya çekan Amerîkayê biryara desteserkirina wî derxistibû.

Hat ragihandin ku Juan Orlando Hernandez li ser biryara Dadgeha Bilind a li paytexta Hundorasê ya Tegucigalpayê li mala xwe radestî polîsan kir.

Rayedarên Wezareta Derve ya Hondurasê piştrast kirine ku Balyozxaneya Amerîkayê daxwaza girtina wî ji Dadgeha Bilind a Hondurasê kiriye û piştre jî hatiye binçavkirin.

Birayê Hernandez, Juan Antonio Tony Hernandez jî ji Adara 2021an ve ji ber qaçaxçîtiya narkotîkê û çekan li Amerîkayê bi cezayê heta hetayê yê girtîgehê hatiye mehkûmkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin