PeyamaKurd – Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê diyar kir, dema karantînekirina pêketiyên Koronayê, ji 14 rojan daxistine 7 rojan.
Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettin Koca, piştî civîna Lijneya Zanistî, wan dema karantîneyê nûjen kiriye û got: “Bo pêketiyên Koronayê dema karantînekirinê êdî 7 roj in. Piştî 7 rojan, ji bo kesên ku sivik an jî qet nîşanên nexweşiyê nebin karantîne bi dawî dibe. Eger kesên testa wan pozîtîf be, piştî 5 rojan testa wan negatîf derkeve jî ji karantîneyê karin derkevin.”
Koca li ser hesabê xwe yê Twîtterê jî peyamek belav kiriye û dibêje: “Li gel cûrê nû Omicronê her çiqas hejmara pêketiyên nû zêde bûye jî lê ev rewş ne metirsîdar e. Li aliyê din em neçar in hem xwe hem jî karmendên tendirûstiyê biparêzin. Tîka ye dema hûn çûn nexweşxaneyê hişyar bin.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dema karantînekirinê ku 10 roj bûn ji ber metirsiya corê Delta Plus di Gulana 2021ê de wek 14 roj hatibû diyarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin