Serok Barzanî: Birayara dadgeha federal siyasiye

Serok Barzanî: Birayara dadgeha federal siyasiye

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser biryara ku dadgeha federal ya Iraqê îro biryarê da ku qanûna xaz û petrolê ya Herêma Kurdistanê li dijî destûra Iraqê ye û divê dahatên îxracatê teslîmê Bexdayê bibe, li ser vê biryarê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwuyaniyekî da. Barzanî di daxwuyaniya xwe de weha got:

“Biryara dadgeha federal ya Iraqê ku li ser petrol û xaza Herêma Kurdistanê daye, biryarekî siyasiye û li dijî qanûna federal ya destûra Iraqê ye. Em hêvî dikin ku hukumeta Iraqê û hukumeta herêma Kurdistanê di mijarên xaz û petrolê de bigihên biryarekî.

Bila bê zanîn ku Herêma Kurdistanê mafên xwe yên destûrî bi temamê hêza xwe wê biparêze û bila herkes bibihîze.”

Dadgeha federal ya Iraqê îro li ser mijara îxracata petrolê ya Herêma Kurdistanê ku di derveyê navenda Iraqê de îxracê derve dike, civiyabû. Dadgeh îxracata herêma Kurdistanê li dijî qanûn qebûl kiribû.

Di metna biryarê de, dadgeh gotiye ku qanûna Herêma Kurdistanê ya sala 2007 jimara 22 ya xaz û petrolê li dijî destûra Iraqê ya xalên 110, 111, 112, 115, 121 û 130 ne. Dadgeh biryarê daye ku dahatên îxracatê teslîmê wezareta petrolê ya raqê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin