PeyamaKurd - Rêveberê Tenduristîya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî ragihand ku 11 pêketiyên bi vîrusa korona li Silêmaniyê baş bûne.
Li gorî amarên dawî heta niha li Herêma Kurdistanê 232 tûşbûyên vîrusa korona hatine tesbîtkirin ku 85 kes bi temamî baş bûne û vegeriyane malên xwe, 3 kesan jî can dane.
Herî dawî îro Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 18 pêketiyên nû li bajarê Hewlêrê hatine tomarkirin ku ji şîniyekê belav bûye û hejmara kesên ji ber wê şîniyê bi vîrusê ketine jî bûye 32 kes.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin