PeyamaKurd - Piştî ku hikûmeta Holandeyê ya bi serokatiya Partiya Gel a Azadî û Demokrasiyê (VVD) Serokwezîr Mark Rutte 7ê Tîrmehê îstifa kir, Wezîra Dadê ya Holandayê wek seroka VVD hate hilbijartin.
Dîlan Yeşîlgoz a bûye seroka giştî ya partiya desthilat a herî mezin a Holandayê, ger partiya wê di hilbijartinên bê de bi ser bikeve dê bibe yekem serokwezîra Kurd a Holandayê.
Dîlan Yeşîlgoz a 46 salî ji bajarê Dêrsim ê Bakurê Kurdistanê ye û di kabîneya Mark Rutt de Wezîra Karbirêker a Dadê ya Holandayê ye ku dê partiya xwe VVDê ji bo hilbijartinên 3 meh şûnde têne kirin amade bike.
Dîlan Yeşîlgozê piştî ku wek seroka partiyê hate hilbijartin li ser medya civakî (twitter) Xê got, “Ji bo min serbilindiyeke mezin e ku bibim Seroka Partiya VVDyê. Spas ji bo wê baweriyê! Ez dê niha bi enerjiyeke zêdetir bixebitim. Gelek kar hene ku bikim.”
Dîlan Yeşîlgoz di daxuyaniyeke xwe ya berê de gotibû, ew hêvî dike Holandayê bike welatekî “bihêztir, xweragirtir, selamettir, xweştir û amade ji paşerojê re”.
Dîlan Yeşîlgoz sala 1977an li Enqere ya paytexta Tirkiyeyê ji dayik bûye û malbata wê ji Dêrsim a Bakurê Kurdistanê ye. Yeşîlgoz di 8 saliya xwe de çûye Holandayê û di Partiya Kesk, Partiya Sosyalîst û Partiya Kar a Holandayê de jî wekî siyasetmedar kar kiriye.
Hêjayî gotinê ye, piştî ku Serokwezîr Mark Rutte 7ê Tîrmehê îstifa kir û diyar kir, ew dê ji siyaseta çalak vekişe, navê Dîlan Yeşîlgoz derkete pêş ku niha xwe ji bo serokwezîriya Holandayê amade dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin