PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 15ê Hezîranê seroktiya civîneke taybet a di warê gumrikê û rêkxistina deriyên sînorî û girêbestên xizmetguzariya nava deriyên sînorî kir.
Serokwezîr Barzanî got, çaksazîkirin (reform) û rêkxistina (rêkûpêkirina) dahatên giştî, erkekî pêşîne yê hikûmetê ye.
Di daxuyaniya piştî civînê de hat ragihandin, di dirêjahiya civînên taybet bi çaksaziyê di dahat û jêderên dahatên giştî de, îro 15. 6. 2020an Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi riya vîdyokonferansê serperiştiya civîneke taybet bi guftûgokirina derencamên karên komîteyên taybet bi rêkxistina warê gumrik, lêxweşbûna gumrikê û deriyên sînorî kir.
Di civîna ku Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî û hejmarek ji wezîrê pêwendîdar beşdar bûn de, guftûgo li ser encama karên komîteyên taybet bi warê rêkxistina gumrik û deriyên sînorî û pêdaçûna bo lêxweşbûna gumrikê wek beşek ji proseya çaksazîkirinê di dahatên giştî de hate kirin.
Di destpêka civînê de, Wezîrê Navxwe û Darayî û Aborî wek serperiştên komîteyan, raportên xwe pêşkêş kirin, ku tê de amaje bi wê da, bi wan proseyên pêdaçûnê û hûrgiliyê tevahiya yasa, rênima û girêbestên encam dane piştî serdanên meydanî, tevî pêşkêşkirina pirsgirêk û girftan, pêşniyazên xwe jî pêşkêş kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bal kişand ser girîngiya herdu babetan û tekez kir ku çaksazî û rêkxistina dahatên giştî, erkê pêşîne yê vê kabîneyê ye û babetên girêdayî bi gumrikê û rêkxistina deriyên sînorî jî bi beşê girîng ê vê çaksaziyê di dahata giştî de dizane.
Di civînê de, tevî tekezkirina piştevaniya Hikûmeta Herêmê bi karta taybet û parastina berhemên xwemalî û baweriya bi hevbeşîpêkirina sektora taybet di geşkirina aboriya Herêmê û destxistina derfetên kar ji welatiyan re, biryar hat dayîn, ku tevahiya deriyên sînorî û xalên gumrikê li gor yasayan karpêkirî û standartên navdewletî bêne birêxistinkirin û hemû lêxweşbûnên gumrikê jî ku li derveyî yasayan hatine danîn, bêne hilweşandin.
Derbarê girêbestên xizmetguzariyê yên li deriyên sînorî jî ku ji aliyê kerta taybet ve birêve diçin, di civînê de tekezî li wê hate kirin ku pêwîst e di nêzîktirîn derfet de, encamên dawiyê û hûrgilî û pêdaçûn di hemûyan de bêne temamkirin û li ber ronahiya berjewendiya giştî û berçavgirtina yasa û rênimayan, biryar di wê derbarê de bêne dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin