PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, li ser rewşa şerê navbera Rusya û Ukraynayê û pê ve girêdayî nêzîkahiya Rojava ya li dijî Rusyayê nirxand. Lavrov îdia kir ku welatên Rojava, li dijî wan di nav şer de ne.
Sergey Lavrov bal kişand ser helwesta welatên Rojava ya di şerê Rusya û Ukraynayê de û got,
“Dijmin, li ser hedefa têkbirina aboriya Rusyayê, derbkirina aramiya siyaseta navxweyî û têkbirina me ya di qada şer de her wiha ji bo lawazkirina dewleta me ya sedsalî, rawestiye. Rojava dixwaze li hember Rusyayê siyaseta rawestandinê bike. Rojavaya ku di bin nîrê Amerîkayê de ye û hewil dide li ser cîhanê serweriya xwe bisepîne, li dijî welatê me şerê hibritê daye destpêkirin."
Her wiha Lavrov da zanîn ku welatên Rojava bi piştgiriya heralî ya ji bo Ukraynayê, hewil didin Rusyayê rawestînin û got,
“Washington û hevkarên NATOyê, veguhestina çekan a ji bo Neonaziyên li Ukraynayê berdewam dikin, agahiyên îstîxbaratê parve dikin û leşkerên biyanî yên bi pere ji bo Ukraynayê dişînin. Ev kirinên wan hemû nîşan didin ku ew alî ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin