Erdhej li Deryaya Spî çêbû

Erdhej li Deryaya Spî çêbû

PeyamaKurd Erdhej li Deryaya Spî çêbû û li bajarên derdorê hest bi erdhejê hat kirin.

Li gor Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) eşkere kir ku îro 28ê Çileya 2022an saet 06.57 li Deryaya Spî nêzîkî navçeya Gazipaşa ser bi parêzgeha Antalyayê, erdhejeke bi hêza 4.3 pile ya rîxterê çêbûye.

Erdheja di kûrahiya 3.32 kîlometreyan de pêk hat û li bajarên derdorê hest pê hate kirin. Li navenda Antalya û navçeya Gazipaşayê jî xelk ji tirsan ji malên xwe derketin derve.

Herwiha AFADê da zanîn, ku heta niha ti zanyariyek derbarê zerarên erdhejê de negihiştiye ber destê wan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin